Dewleta Tirk di nava hewildana dagirkirina tevahî xaka Kurdistanê de ye

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê hewil dide ku tevahî Başûrê Kurdistanê dagir bike.
Lewma dagirkeriya Tirkiyê herr roj li dijî Başur di nava êrişan de ye.
Serokê Komeleya Xêrxazên Êzidiyan yê li Beşîqayê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nurî Malikî bertek nîşanî êrişan dan û gotin: “Êrişên dewleta Tirkiyê binpêkirina serweriya welat e.”
Her wiha Welatiyên Hewlêrê jî li dijî êrişan nerazîbûna xwe anîn ziman û balkişandin ser Yekîtiya Kurdî.

Dewleta Tirk a dagirker bi salane li dijî herêma Başûrê Kurdistanê dest bi dagirkeriyê kiriye.

Di vê pilana dagirkeriyê de jî PDK’e bi awayekî pir zelal li kêleka Tirkiyê cihê xwe digire.

Tevî ku artêşa Tirkiyê di gelek êrişan de welatiyê sivîl dike hedef jî heta niha berteke hişk li hember wê nehatiye raber kirin.

Duh jî balafirên şer gundê Guherzê û Bilava yên ser bi Dihokê bombebaran kirin.

Celal Fatî: Êrişên dewleta Tirk binpêkirinin serweriya welate

Serokê Komeleya Xêrxazên Êzidiyan yê li bajarokê Beşîqa ya ser bi Musilê, Celal Fatî derbarê êrişên dewleta Tirk de axivî û bi tundî şermezar kir.

Celal Fatî êrişên dagirkeriya Tirk weke binpêkirina serweriya welat nirxand û got:

Divê welatên cîran rêz li serweriya Iraqê re bigirin”

Celal Fatî derbarê vegera penaberan ya ji bo deşta Nînovayê jî bang li wan kir ku vegerin ser cih û warên xwe û ji hikumeta Iraqê xwest ku alikariya pêewîst ya ji bo wan bike.

Nurî Malikî: Em qebûl nakin ti dewlet êrişî ser xaka Iraqê bike

Derbarê heman mijarê de Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nurî Malikî jî di civînek çapemeniyê de got:

“Em ji ti dewletekê qebûl nakin êrişî ser xaka Iraqê bike.”

“Em bi yekîtiyê dikarin li dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin”

Her wiha welatiyên Hewlêrê jî li ser êrişên dewleta Tirk axivîn û balkişandin ser Yekîtiyê.

Welatiyan diyar kirin ku armanca êrişan tinekirina gelê Kurde û gotin:

“Pêwîste partiyên siyasî yên Başûr yekdengî û yekgirtina xwe çêkin.

Bi yekgirtinê dikarin pêşî li dagirkeriyê bigrin.”

“Di navbera Kurdan de şer rû bide, wê derba destpêkê li Başûr bikeve”

Back to top button