“Di navbera Kurdan de şer rû bide, wê derba destpêkê li Başûr bikeve”

Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînîyî diyar kir ku wê êrîşa PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a li dijî Partiyekî Kurd wê zerarek mezin bide yekîtiya Kurdan û got:”Eger hêzeke Kurd bi artêşa Tirk re êrîşî hêzeke din a Kurd bike, ev yek wê zerareke mezin bide yekîtiya neteweyî, rewş wê bibe şerekî navbera Kurd û Kurdan, ne Kurd û dewleta Tirk.”

Endamê KNK’ê siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînî li ser êrîşên li dijî gelê kurd nirxwandin kir.

Mehmet Emîn Pencewînî bal kişand ser Wezareta Parastinê ya Iraqê ku ji dewleta Tirk re gotiye ku ew beşdarî êrîşên li dijî PKK’ê nabin û ev yek anîne ziman:

”Jiber ku Iraqê gotiye li Iraqê PKK ne di lîsteya ‘terorê’ de ye û em PKK’ê weke terorîst nabînin.

Bi taybet YNK û serokê wê Bafel Talabanî û gelek partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê gotine ku ew tevlî şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKKê nabin.

ji ber ku PKK ne li herêma YNK’ê ye.”

Doktor Mehmet Emîn Pencewînî diyar kir ku Tirkiyê ji Îranê jî xwest ku di heman demê de êrîşê bibe ser PJAK’ê, lê belê Îranê ev yek qebûl nekir û wiha domand:

“Îran naxwaze artêşa Tirk a endamê NATO’yê nêzî sînorê wan bibe, lewma piştgiriyê nade vî şerî.

Tê gotin, beşek ji hêzên Başûrê Kurdistanê wê tevlî vê êrîşê bibe.

Di vê mijarê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.

Lê belê li gorî gotinên di nava siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê de têne gotin, di nava PDK’ê de beşek alîgirê wê yekê ne ku tevlî şerê Tirkiyê yê li dijî PKK’ê bibe.

“Eger hêzeke kurd bi artêşa Tirk re êrîşî hêzeke Kurd bike, ev yek wê zerareke mezin bide”

Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînî herî dawî got;

“Eger hêzeke Kurd bi artêşa Tirk re êrîşî hêzeke din a Kurd bike, ev yek wê zerareke mezin bide yekîtiya neteweyî, rewş wê bibe şerekî navbera Kurd û Kurdan, ne Kurd û dewleta Tirk.

Nûnerên hemû partiyên Kurdistanî yên tevlî civîna KNK’ê bûn û kesayetên Kurdistanî di axaftina xwe de xwestin, ti ji hêzên Başûr alîkariyê nedin êrîşa artêşa Tirk a li ser gerîlayên Kurdistanê.”

Back to top button