Konferansa Yekemîn a Ekolojiyê piştî guftugokirina 2 rojan doh bi dawî bû.
Di konferansê de, xala herî girîng avakirina Platforma Ekolojiyê bû.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îbrahîm Mihemed têkildarî lidarxistina konferansê nirxandin kir.
Îbrahîm Mihemed bang li tevger, rêxistin û akademsiyenên li ser asta Kurdistanê û cîhanê kir ku cihê xwe di platforma ekolojiyê de bigirin.
26 û 27’ê Nîsanê bi dirûşmeya “Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin”, konferansa Ekolojiyê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Konferasn ji aliyê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna 120 endam û nûerên sazî, partî û meclisnên Rêveberiya Xweser pêk hat.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îbrahîm Mihemed derbarê encamên konferansê û girîngiya avakirina platforma Ekolojiyê nirxandin kir.
Îbrahîm Mihemed: Êrişên dewleta Tirk bandorê li jîngehê dike
Îbrahîm Mihemed dazanîn ku li ser bingeha pareznameyên Rêber Abdullah Ocalan û nirxandinên wî yên têkildarî ekolojiyê nîqaşên berfireh hatine çêkirin.
Îbrahîm behsa êrîşê dewleta Tirk a dagirker ku bandorê li jîngehê dike kir û balkişand ser eko-jenosayîda ser xwezayê.
Hevserokê Desteya Jîngehê anî ziman ku yek ji mijarên zêder li ser rawestiyan, têkoşina hevpar a dijî pergala hegemonîk û mêtinger bû.
Hevserokê Desteya Jîngehê Îbrahîm Mihemed bang li tevger, rêxistin û akademsiyenên li ser asta Kurdistanê û cîhanê kir ku cihê xwe di platforma ekolojiyê de bigirin.