Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêra Zorê Komîteya Komîseriya Bilind a HIlbijartinan ava kir ku ji 8 endaman pêk tê.
Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêra Zorê civîna xwe ya asayî li dar xist.
Endamên Meclisê, nûnerên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan tev li civînê bûn.
Di civînê de Meclisê Komîteya Komîseriya Bilind a Hilbijaritnan a Kantona Dêra Zorê ava kir û li gorî qanûna komîseriyê, ji bo wê 8 endam erkdar kir.
Di dawiya civînê de endaman sond xwar û dest bi erka xwe kir.