Parlamentera Iraqê: Ji bo rêvebirina çavkaniyên avê pêwîstî bi Tirkiyê nîne

Endama Lijneya Çandinî û Avê ya li parlamentoya Iraqê Ibtisam Hilalî nerazîbûn nîşanî lihevkirina di navbera Iraq û Tirkiyê da û got:
“Peyman mafê kontrolkirina çavkaniyên avê yên Iraqê dide aliyê Tirkiyê, pêwîstî bi kompanyayên Tirkiyê nîne.”

Ibtisam Hilalî ji Medya Iraqê re ragihand ku Hikumeta Iraqê gelek peyman bi Tirkiyê re îmzekir û got:

“Bi wateyek din li gorî peymanê, Tirkiye dikare rêveberina çavkaniyên ava Iraqê kontrol bike, ev yek bi armanca bidestxistina destkeftiyên xwe, daxwaza Tirkiyê bû.

Hinek mercên lihevkirinan kodkirîne û ne zelalin.

Her wiha nehatiye diyarkirin ku ew rêjeya avê ya ku Tirkiye ji bo Iraqê berde, çende.

Ji bilî vê peymanek li ser hatina kompanyayên kar yên Tirkiye ji bo projeyên ava Iraqê, yanî rêvebirina avê û dirûstkirna bendavan wê di berjewendiya Tirkiyê de be.

Ji bo rêvebirina çavkaniyên avê, pêwîstî bi kompanyayên Tirkiyê nîne, ji ber ku kompnayayên biyanî û navnetewî divî warî de gelek pêşketîtirin.”

Çavdarê Siyasî Niyaz Hamîd: Erdogan li Iraqê tişta dixwest tam bi dest nexistiye

Back to top button