“Êrîşa li ser Medya Kurd ji bo tirsandina rojnamevanên Kurd hatiye kirin”

Seroka IFJ’ê Domnique Pradalie êrîşa li ser Stêrk TV û Medya Haber TV şermezar kir û got:
“Êrîşa li ser Medya Kurd nayê qebûlkirin ku her carê bi heman hincetê tê kirin.
Helwesta polîsan ji bo tirsandina rojnamevanan e.
Em bi giştî piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd.”

Bertek û nerazîbûnê li dijî serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV li qada navneteweyî zêde dibin.

Seroka Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî-IFJ ku yek ji rêxistinên herî mezin ên rojnamevanan ên li cîhanê ye Dominique Pradalie êrişên li ser televîzyonên Kurdan nirxand.

Dominique Pradalie anî ziman ku li pêşberî lêgerînên bi vî rengî yên li ser televîzyonên Kurdan gelek ji wan şoq bûn û got:

“Dîmenên êrişên li ser televîzyonan diyar dibe ku ev yek ji bo tirsandina rojnamevanên Kurd hatiye kirin.

Kiryarên di dema lêgerînê de, desteserkirina alavan û zerardayina li amûrên kar, bi taybetî xetereya mezin a destwerdaneke bi vî rengî li ser hestên rojnamevanan ti carî nayê qebûlkirin.

Mîna terorîstan nêzî saziyên çapemeniyê dibin”

“Fransa ji aliyê tepisandina Çapemeniya Kurd ve nû tevnagere”

Dominique nêzîkatiya Fransayê ya li çapemeniya Kurd jî bi vî rengî nirxand:

“Mixabin Fransa çend sal in, bi taybetî piştî 3 nûnerên jin ên Kurd bi rengekî hovane hatin qetilkirin di nava vê katalogê de ye.

Komkujiyên nû yên ku par hatin kirin û meşandina lêpirsînê bi rengekî hêdî, mînakeke din a vê yekê ye.

Rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên Kurd timî bi van kiryaran re rû bi rû tên û dawiya dawî encamekê bi dest naxin.”

Seroka IFJ’ê Dominique Pradalie: Em bi giştî piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd

Seroka IFJ’ê Dominique Pradalie ragihand ku weke IFJ’ê ew piştgiriyê didin çapemeniya Kurd û got:

“Li gorî gotinên rayedarên Belçîkî, destwerdana li televîzyonên Kurd bi daxwaza rayedarên Fransayê hate kirin.

Min ev daxuyanî hîn piştrast nekiriye, lê belê di halê hazir de qanûnên Belçîkayê agahiyan diparêze.

Weke encam ji bo rabûna li ber rayedaran û hesabpirsînê dikare serî li rêyên qanûnî bê dayin.

Bi dîtina min rojnamevanên Kurd gelekî wêrek in.

Em ji wan re dibêjin, ‘Em bi giştî piştgiriyê didin we’.”

Back to top button