Şeva 23’ê Nîsanê Polîsên Federal a Belçîkayê bi ser saziyên Çapemeniya Azad Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de girt.
Li kurdistan û welatên Ewropa bertek derketin pêş.
Xebatkarên Stêrk TV wekî nerazîbûn derî û kamerayên ku ji aliyê polîsan ve hatin şikandin, danîn ber Qesra Spî.
Pisporê Hiqûq û Cezayê ya Navneteweyî Jan Fermon eşkere kir ku êrişa li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV bê hiqûqî ye.
Polîsên Federal a Belçîkayê 23’ê Nîsanê bi ser saziyên Çapemeniya Azad Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de girt.
Ji kurdistanê û qada navneteweyî nerazîbûnên li hemberî vê êrîşê zêde dibin.
Li dijî vê êrîşa polîsên Belçîkayê li ber Qada Poel Art a li ber Qesra Edaletê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî li ser banga kedkarên Çapemeniya Kurd hate lidarxistin.
Xebatkarên Medya Haber TV, Stêrk TV û gelek rêxistinên din tevlî çalakiyê bûn.
Çalakvanan derî û kemereyên ku polîsan li avahiya televîzyonê şikandibûn, anîn cihê çalakiyê.
Pankartên bi nivîsên “Ma ji Kurdan re azadiya çapemeniyê nîne?”, “Hûn nikarin Kurdan bêdeng bikin” û “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” hatin rakirin.
Kesên beşdar diyar kirin ku Çapemeniya Azad ji bo Tirkiyê xeteriyeke mezin e! Ev êrîş bi zexta Tirkiyê û bi daxwaza Fransayê pêk hat.
Em vê êrîşê qebûl nakin, em ê teşhîrkirina sûcên Erdogan bidomînin.”