Li aliyê din HPG’ê bi daxuyaniyek cuda nasnameya 2 şehîdan parve kir û got: “Hevreyên me bi sekna xwe ya esîl û îradeya xwe ya bênavber mîraseke mezin a têkoşînê hiştin.”
HPG’ê bi daxuyaniyek cuda nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ragihand ku hevrêyên wan Serxwebûn û Rênas di Çileya 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dagirkeriyê de şehîd bûn.
Li ser kesayet û jiyana gerîlayên şehîd HPG’ê anî ziman li dijî konsepta îmhayê ya dijmin bêyî dudilî bijîn şer kirin û wiha got:
Hevrêyên me Serxwebûn û Rênas di şert û mercên herî zehmet de ji bo derbên giran li dijmin bixin di legerîn û hewldanake mezin de bûn.
Bi kesayetên xwe yên mînak di milîtaniya Apoyî de astek bi dest xistin û di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de hewl dan bibin xwediyê jiyaneke derwêşî, bûn şervanên heqîqetê.
Hevreyên me bi sekna xwe ya esîl û bi îradeya xwe ya bênavber mîraseke mezin a têkoşînê ji peyrewên xwe re hiştin.
Hinek betaya herdu hevalan
Di serî de ji malbatên gerîlayên şehîd, HPG’ê sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û destnîşan kir ku ew ê armancên şehîdan bi ser bixin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:
Nasnav: Serxwebûn Timoq
Nav û paşnav: Eyup Alphan
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dê : Hekime
Navê bav: Medeni
Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2024’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Rênas Amed
Nav û paşnav: Rênas Omer
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê dê: Zeynep
Navê bav: Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2024’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê