Li Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn Zagros re hat xwestin

Li bajarê Kobanê û Til Hemîsê sersaxî ji malabatên şehîdan re hatin xwestin.
Li Dêrazorê jî 15 cangoriyên azadiyê yên mehên Adar û Nîsanê hatin bibîranîn.
Di merasîman de soza dewamkirina têkoşîna şehîdan hat dayîn.

Şêniyên Kantona Kobanê îro bi girseyî berê xwe dan gundê Yaremez ê Kobanê da ku sersaxiyê bidin malbata şehîd Zîn Zagros.

Li bin kon kesên axivîn behsa fedekarî û qehremantiya şehîd Zîn kirin û wiha anîn ziman:

“Şehîd Zîn ji bo bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bike, gihaşt asta şehadetê.

Bi hezaran wekî şehîd Zîn hene û têkoşîna wê bidomînin.

Dawiyê wesîqeya şehîd Zîn Zagros hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Şehîd Zîn 1’ê Nîsana 2024″an li herêma Garê şehîd bûbû.

Xelkê Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Nîdal re xwestin

Xelkê Til Hemîsê jî sersaxî dan malbata endamê Hêzên Asayîşê Nîdal El Mihemed ku 25’ê Nîsanê şehîd bûbû.

Li vir jî sersaxî ji malbatê re hat xwestin û hat diyar kirin ku bi saya fedakariyên şehîdan, plan û komployên komên terorîst bi bin ketin.

Li Dêrazorê şehîdên mehên Adar û Nîsanê hatin bibîranîn

Li Dêrazorê jî bîranîna şehîdên meha Adar û Nîsanê hebû.

Di merasîmê de, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Nadiya El Dewahî şehîd bibîr anîn û got:

“Ji bo bidestxistina jiyaneke bi rûmet û azad, şehîdan canê xwe feda kirin.”

Dawiyê, mûm li pêş wesîqeyên şehîdan hatin vêxistin.

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Garê şehîd bûne eşkere kir

Back to top button