Zelensky: Rûsya dixwaze Ukrayniyan çavtirsandî bike

Rêberê Ukraynayê Zelensky got;
Rûsya armanc dike ku gelê Ukraynayê û parêzvanên wî di demeke dirêj de çavtirsandî bike.
Polîsên Ukraynayê ragihandin ku li derdora Xarkovê jêrzemînên êşkenceyê yên nû hatine dîtin.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştî ku êrîşên Rûsyayê yên bi balefirên bêmirov li ser welat zêde bûn, hişyarî da.

Di peyameke vîdyoyî de ku doh hate weşandin, Zelensky anî ziman ku wan agahî girtine Rûsya plan dike bû demeke dirêj bi balafirên bêmirov yên Îranê êrişan pêk bîne.

Serokomarê Ukraynayê diyar kir ku Rûsya bi vî awayî dixwaze Ukraynayê bi “gel, parastina hewayî û xerçkirina enerjiyê” bifetisîne.

Volodymyr Zelensky da zanîn ku rêveberiya Rûsyayê dixwaze nîşanî gelê xwe bide ku her tişt li gorî planê dimeşe û banga hevgirtinê li gel kir.

Zelenskiy got,

“Tevî ku tenê du roj ji salê derbas bûne, lê hejmara balafirên bêmirov yên li ser Ukraynayê hatine xistin 80 derbas kiriye.”

Artêşa Rûsyayê ji bo lêdana binesaziya enerjiyê ya li bajarên Ukraynayê, balafirên bêmirov bi kar tîne.

Rûsya: 63 Leşkerên me hatine kuştin

Daxuyaniyên Zelensky piştî wê yekê hatin ku artêşa Ukraynayê li bajarê Makyivka li herêma Donetsk a rojhilatê welat êrişî leşkerên Rûsyayê kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsya diyar kir ku 4 mûşek li navenda leşkerî ya demkî ya bajarê Makyivka ketine û du mûşek jî ji aliyê sîstemên Rûsî ve hatine xistin.

Wezaretê teqez kir ku di êrîşê de 63 leşkerên Rûsî jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê her wiha doh ragihand ku Ukraynayê êrîş bi mûşekên cureya Himars a Amerîkayê pêk aniye.

Aliyê Ukraynayê îdia kir ku di êrîşa li bajarê di bin kontrola Rûsyayê de 400 leşkerên Rûsyayê hatin kuştin.

Polîsê Ukrayna: Li Xarkîvê jêrzemînên êşkenceyê hatine dîtin

Ji aliyê din ve polîsê Ukraynayê ragihand ku li derdora Xarkiv 25 odeyên êşkencekirinê hene.

Ev yek piştî hêzên Ukrayna herêm kontrolkir hate dîtin.

Rêveberê Polêsên Herêmê Volodymyr Timoshko da zanîn ku leşkerên Rûsyayê di şert û mercên nemirovane de sivîlên li van odeyan bi darê zorê girtin û êşkence kirin e.

Tîmoşko diyar kir ku li ser girtiyan elektroşoka hatiye kirin û tiliyên wan hatine şikandin.

Bajarê Xarkov di meha Îlonê de ji bin kontrola Rûsya hatibû derxistin.

Tîmoşko dazanîn ku piştî bajar vegerandine û heta niha 25 jê zarok cenazeyê 920 sivîlên ji aliyê Rûsayê ve hatine kuştin dîtine.

Back to top button