Li hêlekî din, amadekarî tê kirin ku 191 malbatên îraqî ji kampa Holê derkevin û vegerin Iraqê.
Gor hatî ragihandin, malbat wê sibê derkevin.
Derketina malbatan bi koordîneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Komîteya Koçberiyê û Koçberan a Parlamentoya Iraqê pêk tê.
191 malbatên ji Iraqê xwe amade dikin sibê ji kampa Holê derkevin û vegerin Iraqê.
Ji destpêka salê ve, ev beşa 2’emîn a koçberên Iraqê ye ku vedigere Iraqê.
Kampa Holê, kampa herî xeternak ser asta cîhanê ye.
Li gorî daneyên ku rêveberiya kampê parve kirine, 42 hezar û 781 kes tê de dimînin.