YNK: Em tevlî tu civînekê ji bo paşxistina hilbijartina parlemantoyê nabin

Berpirsê YNK têkildarî hilbijartina parlemantoya Herêma başûrê Kurdistanê axivî û diyar kir ku ew bi tu awayî paşxistina hilbijartinê qebûl nakin.
Her wiha yek ji berpirsê PDK’ê jî eşkere kir ku ew qebûl nakin ku sindoqên dengdanê li Hewlêr û Dihokê werin danîn.

Li gorî biryara serokatiya Herêma başûrê Kurdistanê wê di 10’ê Hezîranê de hilbijartina parlamentoya herêmê pêk were.

Têkildarî hilbijartinê berpirsê Malbenda YNK’ê yê Silêmaniyê Ziyad Cebar bi daxuyaniyeke çapemeniyê helwesta dawî ya partiya xwe eşkere kir.

Ziyad Cebar destnîşan kir ku YNK’ê gelek caran tekez kiriye ku ew pabendî dema hilbijartinê ya ku komîsyon û serokatiya Herêmê diyar kirî ye û wiha got:

“Aliyekî siyasî naxwaze hilbijartin çêbibe, lê serokatiya herêmê û komîsyona hilbijartinê wê çawa nêzî vê yekê bibin, ew dizanin.”

Cebar bal kişand ser civîna ji bo paşxistina hilbijartinê û got:

“Daxwaza civînê ne ji YNK’ê hatiye kirin û ne jî em tevlî tu civînekê ya ji bo paşxistina hilbijartinê dibin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku yek ji partî û hêza ku naxwaze tev li hilbijatinê bibe PDK ye.

PDK: Em rê nadin ku sindoqên dengdanê li Hewlêr û Dihokê bên danîn

Derbarê helwesta PDK’ê ya ji bo hilbijartinan jî îro berpirsê Şaxa Çarem a PDK’ê ya Silêmaniyê Arî Hersîn bersiv da pirsên rojnamevanan.

Arî Hersîn diyar kir ku eger PDK tevlî hilbijartinê nebe, e wê destûrê nede ku tu sindoqên dengdanê li Hewlêr û Dihokê bên danîn û ev tişt anî ziman:

“Ger sindoqên dengdanê li cihekî were danîn û li cihekî jî neyê danîn, ev tê wê wateyê ku du rêveberî heye, lê tu kes vê yekê qebûl nake.”

Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê bi tevlîbûna Barzanî û Talebanî li Bexdayê civiya

Li aliyê din li Bexdayê Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê ya Iraqê bi tevlîbûna Serokê Herêma Başûr Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hatin gel hev.

Li gorî medyaya Iraqê, Mihemed Sûdanî wê têkildarî encama serdana xwe ya ji bo Amerîka û serdana Erdogan a ji bo Iraqê agahiyan parve bike.

Her wiha qala hilbijartina Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê û hilbijartina serokê Parlementoya Iraqê jî hat kirin.

Back to top button