Pêş-hilbijartinên Kongra Star û PYD’ê yên ku li herêmê têne lidarxistin dewam dikin.
Li Qamişlo, Hesekê, Reqa û Şehbayê pêşhilbijartinên Kongra Star îro jî pêk hatin.
Di dema dayîna dengan de, jinan diyar kirin ku wê ev hilbijatin bi xwe re serkeftin, guhertin û pêşketinên mezin bîne.
30 Gulanê wê hilbijartinên şaredariyan ên giştî li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê bêne lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de, Kongra Star û PYD’ê ji bo diyarkirina namzatên xwe pêş-hilbijartinan lidar dixe.
Îro li Qamişlo bi armanca diyarkirina namzetên jin yên Kongra Star pêş-hilbijartin hatin lidarxistin.
Namzetên jin ên ku beşdarî pêşhilbijartinê bûn, Bêrîvan Omer û Hêvî Mihemed Ehmed in.
Li vir ji seatên sibehê ve jinan berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe dan.
Li bajarokên Sifeya, Til Bêder, Til Mejdel û Tiwêna yên Hesekê jî pêş-hilbijartinên Kongra Star hatin lidarxistin.
Li her 4 navendan jin bi girseyî tevlî hilbijartinan bûn û dengê xwe bi rengekî demokratîk bikaranîn.
Jinên ku dengê xwe bikaranîn, hêvî kirin ku ev hilbijartin bi xwe pêşketinên mezintir bîn e.
Li Şehbayê jî pêş-hilbijartinên xweser hebûn û li ser asta 5 navçeyan namzat hatin hilbijartin.
Jin bi îradeya xwe ji seatên sibehê ve berê xwe dan cihên sindoqan û dengên xwe bikaranîn.
Reqa-Ji bo komîteyek şaxî ya hilbijartinan, 8 endaman hatin erkdarkirin
Di heman çarçoveyê de, Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê civîna xwe ya 4’an lidar xist.
Meclisê di civîna xwe de 8 endam ji bo komîteya şaxî ya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan erkdar kir.