Li Enqerê di ‘Mitînga Mezin a Parastinê’ de bal hat kişandina ser tecrîdê

Li paytexta Tirkiye Enqerê Mitînga Mezin a Parastinê pêk hat.
Di mitîngê de, bal hat kişandina ser pirgirêkên parêzeran.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiy OHD jî bi dirûşma “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” di meşê de amade bûn

Mitînga Parastinê ya Mezin a Yekitiya Baroyan a Tirkiyê (TTB) li pêşiya avahiyê TTB’ê serê sibehê dest pê kir û heya Anitparka Enqereyê domiya.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Berdevkê Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan gelek nûnerên partiyên siyasî û parastvanên mafên mirovan tev li meşê bûn.

”Tecrîd êşkence ye, bêdeng nemîne”

Di nava meşê de dowîzên herî balkêş ên derbarê binpêkirina mafan ên li girtîgehan û tecrîdê de hatin hildan.

Mitîng bi xwendina danezana encama Komxebata Parêzerên Ciwan dest pê kir.

Di danazanê de ser pirsgirêk û zehmetiyên pêkanîna peywirê yên parêzerên ciwan hate sekinîn.

Serokê TTB’ê Erînç Sagkan qala pirsgirêkên parêzeran kir û da zanîn kû bi qasî ku pirsgirêk mezin bin divê çareserî jî mezin bin.

Sagkan got, êdî desthilata vî welatî jî divê van pirsgirêkên welat bibînin.

Di mitînga mezin de Tahîr Elçî hat bibîranîn

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî Tahîr Elçî bi bîr anî û ev tişt anî ziman:

“Dê bi zextan, kuştinan û polîtîkayên çewisandinê yên aboriyê parêzer serê xwe netewînin.

Ez heviya siberojên parastin nayê bêdengkirin dikim.

Baş e ku parêzer hene, baş e ku hûn ê aştiyê, azadiyê, demokrasiyê diparêzin hene.”

Piştî axafina Eren diruşman “Tahîr Elçî nemir e” got.

Back to top button