PDK ê 187 rojin Silêman Ehmed revandiye

187 rojin Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
PDK’ê rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.
Rojnamevan Bêstûn Mihemed derbarê mijarê de axivî û got:
“Em demildest berdana rojnamevan Silêman Ehmed daxwaz dikin.”

Li Başûrê Kurdistanê rewşa rojnamevanan di asta herî zahmetde ye.

Azadiya fikir û raman her ku diçe xirabtir dibe.

Deshilatdariya Başûr li dijî rojnamevanan polîtîkayên kuştin, revandin û girtinê dide meşandin.

Kiryarên ku deshilata Başûr dimeşîne yek sedemê wê heye ew jî ji ber ku rojnamevan gendeliyên deshilatê êşkere dikin.

Rojnamevan Bêstûn Mihemed derbarê asta azadiya fikir, raman û karê rojnamevanî ya li Başûrê Kurdistanê axivî.

Bêstûn Mihemed: Yasa tenê dema di berjewendiya desthilatê de be dikeve meriyetê

Bêstûn Mihemed got ku li Başûrê Kurdistanê karê rojnamevaniyê zehmet bûye û wiha pêde çû:

“Rojnamevanî li ser dû aliyan belav bûye, ya ku desthilat dixwaze, ev jî bê pirsgirêk û bi azad karê xwe dikin.

Ya duyem jî beşa hestyar ya xelk ku bawerî diditê û deng û rengê welatiyane.

Divî alî de ger li pey agahiyan were gerîn, hinek sucdarî çêdikin û ev jî karê rojnamevaniyê zehmet dixe.”

Bêstûn Mihemed: Li herêmê hizb, pere û zexta desthilatê azadiya rojnamevanan asteng dike

Di dewama axaftina xwe de Bêstûn got:

“Hebûna yasayê li Başûrê Kurdistanê tenê dema di berjewendiya desthilatê de be dikeve meriyetê.

Rojnamevan nikarin pişta xwe bi yasayê ve bidin girêdan, ji bo vê jî gelek rojnamevan niha di girtîgehan dene.

Di rastiyê de li Başûrê Kurdistanê rewşa rojnamevaniyê di rewşek xirab deye, yasayek nîne ku rojnamevan mafê xwe têde bibînin û pişta xwe bidinê.

Livir desthilat, hizb, pere û zext kar dike, yasaya karê rojnamevaniyê heye, lê kar pê nayê kirin û rojane rojnamevan tên binçavkirin û girtin.

Herwiha welatî li ser fikir û ramana xwe dibin hedef.”

Bêstûn Mihemed: Em demildest berdana rojnamevan Silêman Ehmed daxwaz dikin

Di dawiyê de jî rojnamevan Bêstûn balkêşa ser revandina rojnamevan Silêman Ehmed û got:

“Her karek bê biryara dadgeh û dadwer pêkwere, jêre tê gotin revandin.

Niha Silêman Ehmed ji aliyê deshilatê ve hatiye revandin.

Desthilat bi xwe yasayê ji xwere di berjewendiya xwe de çêdike, ev jî bûye sedem ku ziyanek mezin bigihi azadiya fikir û raman ya li Başûrê Kurdistanê.

Em demildest berdana rojnamevan Silêman Ehmed daxwaz dikin.”

Rojnamevan Silêman Ehmed 186 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Back to top button