Asayîşa PDK’ê 186 roj rojnamevan Silêman Ehmed revand û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.
Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.
Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe.
Lê hêzên PDK’ê ew revand û 186 roj in agahî jê nayê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.”
Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin.
Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.
Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Silêman Ehmed tu daxuyanî nedane.