YPJ Nasnameya Şehîd Zozan Hesekê eşkere kir

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Nasnameya Fermandarekî xwe eşkere kir.
YPJ’ê ji malbata û gelê kurd yê welatparêz re sersaxî xwest û got:
“Wê gelê Kurd, Jin û ciwanên Kurd, jinên ji bo azadî û wekhevî tekoşînê dimeşinin, dê li pey şopa Rêheval Zozan bin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi daxuyanyeke nasnameya fermandara xwe Zozan Hesekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha bahsa 34 salên têkoşîna Şehîd Zozan Hesekê hat kirin:

“Rêheval Zozan Hesekê bi çanda axa bi bereket ya Hîlala zêrîn xwe têr kir, hest û ramanên jina asî, têrker û zana bingeh girt.

Rastiya xwe ji koka xwe ya civakî, ji nirxên dîrokî girt.

Ji ber vê sedemê kesayeta rêheval Zozan kesayeta jina berxwedêr û şoreşger ya vê axa pîroz e.

Rêheval Zozan di sala 1990 î de ji bajarê Hesekê tevlî refên şoreşa azadiya Kurdistanê bû.

Di tekoşîna xwe ya jiyanê de bihêz, di zanebûna xwe de bi xwe bawer, di çareseriya pirsgirêkên civakî de heya dawiyê xwedî îrade û di zanebûna xwe de kûr bû.

Rêheval Zozan xwe li Akademîya Rêber Apo bi fikir û ramanên Rêber Apo re kire yek.

Li qadên gerîla, li qadên civakî, di xebatên perwerdehî û pêşengiya şer de wek jineke şoreşger ciyê xwe girt û rista xwe lîst.

Bi vê tevlîbûna xwe bû pêşengek şoreşa jinê.

Di tekoşîna 34 salan de xwe bi civak û nirxên şoreşê re kire yek.

Ev 34 sal bû bingehê tekoşîna Rojavayê Kurdistanê.

Di nav şoreşa jin ya Rojava de ciyê rêheval Zozan xwedî bingehek dîrokî, civakî ye.

Her wiha di destpêka şoreşa Rojava de bi taybet li hember êrîşên DAÎŞ’ê,berê xwe da şoreşa Rojava.

Li Kobanê, Serêkaniyê û Dêrazorê erkên xwe yên pêşengiya şoreşê pêk anî.

Heya nefesa xwe ya dawî di pêşxistina şoreşê de bi ked û zanebûna xwe emrê xwe feda kir û li ser erka xwe şehîd bû.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê herî dawî sersaxî ji malbatê re xwest û got:

“Wê gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd, jinên ji bo azadî û wekhevî tekoşînê dimeşin, dê li pey şopa Rêheval Zozan bin.

Em ji malbata me ya hêja MALA FATIMÊ, û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.”

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:

Nasnav: Zozan Hesekê
Nav û Paşnav: Munever Fatimê
Navê Dayîk: Şemsa
Navê Bav: Enter
Cihê û Dîroka Ji dayîkbûnê: 1970, Hesekê
Dîroka Şehadetê: 02-04-2024

Back to top button