Ji ber topbaranên dijwar 355 malbat ji Idlibê hatin koçberkirin

Li Idlibê û Laziqiyê, ji ber şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirk de derdorî 350 malbat ji herêmê koçber bûne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumetê Şamê herêmên Cebel Turkman yê li Bakurê Laziqiyê û yên li Cebel Zewiyê yê li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çeteyên Tirkiyê jî nuqteyên hêzên hikumetê yên li çiyayê El-Tifahiyê yê li Bakurê Laziqiyê armanc kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku duh di encama bombebarana balafirên Rûsî herêmên Cebel Zewiyê de jinek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku ji ber gurbûna topbarana her du aliyan, di nav vê heftiyê borî de ji herêma Cebel Zewiyê zêdeyî 355 malbat hatin kocberkirin.

Back to top button