Li dijî darbeya leşkerî ya li Myanmarê ji gelek welatên cihanê bertek derketin

Li dijî darbeya leşkerî ya li Myanmarê ji gelek welatên cihanê bertek derketin. YE ragihand ku ji bo pêkanîna demokrasiyê wê hemû derfetên di destê wan de bikar bînin. DYA û Fransa jî artêş hişyar kir.

Li dijî darbeya leşkerî ya li Myanmarê ji gelek welatên cîhanê bertek derektin.

Nûnertê Bilind yê Polîtîkayên Parastin û Karên Derve yê YE Josep Borell li dijî darbeya leşkerî ya li Myanmarê helwest diyar kir.

Josep Borell ê li ser navê Konseya YE daxuyanî dayî helwesta welatên yekîtiyê eşkere kir.

Em darbeya leşkerî ya li Myanmarê bi tundî şermezar dikin.

Hilbijartina 8’ê Mijdara 2020’an nîşaneya demokrasiyê bû.

Bi ti awayî nedîtin û ji holêrakirina encamên hilbijartinê nayê pejirandin.

Borrell piştevaniya xwe ya ji bo gel û pêvajoya demokrasiyê anî ziman.

YE daxwaza berdana siyasetmedaran kir û xwest rewşa awerte ya li welat were bidawîkirin.

Dema ev bang ji YE derdiket, artêşa darbe pêk aniyî heta Hezîranê seferên balefiran da rawestandin.

Serokê DYA Biden gefa cezayan li Myanmarê xwar

Tevî YE, DYA li dijî darbeyê helwest nîşan da.

Serokê DYA Joe Biden yê darbe bi tundî şermezar kirî û nîşaneya cezayan li ser artêşa Myanmarê da.

Biden ji artêşê xwest ku rêz ji hikumetê re were girtin.

FFransa jî banga berdana

ransa: serok û rêveberên welat serbest berdin

siyasetmedaran kir.

Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jan Jean-Yves Le Drian hewlesta welat ya li dijî darbeyê diyar kir û xwest tevî Rêvebera Myanmarê Aung San Suu Kyi, Serokkomar Win Myint û hemû siyasetmedar werin berdan.

Doh jî NY, Îngilistan, Japonya, Endonezya û gelek welatên din li dijî darbeyê helwest nîşan dabûn.

Back to top button