Li herêmê têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome.
Hêzên QSD’ê û Yekîneyên li dijî Terorê li Dêra Zorê rêze operasyone pêk anîn, di encamê de 3 çete hatin girtin û yek jî hat kuştin.
Têkildarî mijaraê navenda ragihandin giştî ya QSD’ê ev aghî parvekir:
“Hêzên me û Yekîneyên Taybet yên li dij Terorê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî, li gundewarên bakurê Dêra Zorê rêze operasyone pêk anîn.
Di operasyona yekem de çeteyê bi navê “Xalid El-Xelîfe El-Suhêl” hate girtin.
Di operasyona duyemîn de jî çeteyên bi navê Feysel Mihemed Mubarek hatin girtin.”
Navendê destnîşankir ku roja Pêncşema borî, du çeteyên DAIŞ`ê sivîlê bi navê “Hesen El-Hisên El-Selame” dişopandin.
Dema ji mala xwe ber bi gundê “El-Curdî” yê “Hecîn” ve diçe çeteyan ew kirin hedef, lê hêzên me rê li ber wan girtin.
Di encamê de çeteyek hate kuştin û yên din jî bi birîndarî hate girtin.
Navendê diyarkir ku çeteyên hatine girtin, di salên borî de tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûne û di dema têk birina DAIŞ’ê derbasî Tirkiyê bûne.
Di van demên dawî de ev çete careke din ji bo kiriyarên teror yên DAIŞ’ê pêk bînin vegeriya bûn herêmê.