Konferansa ‘Di Modernîteya Demokratîk de Ekolojî, ji Berxwedanê ber bi Avakirinê: Perspektîf, Îmkan û Zehmetî’ di roja duyemîn de bi encamnameyekê dawî bû.
Di encamnameyê de hat diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan esasê hemû xebatên xwe qebûl dike û banga yekitiya navneteweyî ya mezin dike.
Konferansa “Di Modernîteya Demokratîk de Ekolojî, ji Berxwedanê ber bi Avakirinê: Perspektîf, Îmkan û Zehmetî” duh li Qamişloyê dest pê kiribû.
Konferans bi xwendina encmnameyê bi dawî bû.
Encamnemaye konferansê wiha ye:
- Konferansa me, zêdetirî 25 sal e di girtîgehê de li ser Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda mutleq a ku tê meşandin, şermezar dike.
- Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan esasê hemû xebatên xwe qebûl dike û banga yekitiya navneteweyî ya mezin dike.ç
- Têkoşîna li dijî tecrîda li ser Ocalan bingeha têkoşîna exlaqî û antîkolonyalîzmê, avabûna civakî ya ekolojîk û demokratîk e.
- Divê zanist û teknolojiya heyî bi vê ezmûna dewlemend ji nû ve were sentezkirin.
- Polîtîkayên rêvebirin û bikaranîna av û ax, çandinî, sewalkarî û tovan divê li ser vê têgihiştinê bin.
- Divê li dijî mezinbûna bajaran polîtîka bên diyarkirin û hilberîn û jiyana li gundan bê xurtkirin.
- Li şûna metropolên kanserojen, hevsengiya bajar û gundan bê vegerandin.
- Aboriyên herêmên gundewarî yên ku li ser çandiniya xwezayî û ekolojîk ava dibin, bên pêşxistin.
- Çandinî hêmana bingehîn a civakî-aborî ya Kurdan e, bi taybetî li Rojava.
- Ji bo pêşxistina çandiniya ekolojîk û xwezayî ya li dijî koçberî/jicîhûwarkirin û wêrankirina aborî ya li herêmên gundewarî divê xebatên fîzîbîlîte bên kirin.
- Cureyên nebat û heywanên herêmî/xwezayî yên ku li hember guherîna hawîrdorê berxwedêr in, divê werin tercîh kirin.
- Divê li hemû deveran navendên parastina cihêrengiya biyolojîk û tovên herêmî bên avakirin û weke herêmeke stratejîk bên birêxistinkirin.
- Modelên hilberîna çandinî û heywanan ên piçûk ên dostê xwezayê têne parastin û piştgirî kirin.
- Kooperatîf bi taybetî tên destekkirin û weke hêmanên bingehîn ên vê pêvajoyê cihê xwe di komînan de digirin.