Şêniyên Tebqa: Divê Rêber Ocelan serbert bê berdan

Komîteya Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li dijî tecrîd û hewlestên rêxistinên mafê mirovan li Tebqayê çalakiya konvedanê li dar xist.

Bi dehan şênî, rûspiyên eşîrên ereb, kombûna Jinan a Zenûbya û Partiya Sûriya Pêşerj di çalakiyê de, amedebûn.

Di çalakiyê de Komîteya Însiyatîfê daxuyaniyek da û ji aliyên endama komîteyê Cuheyne El Misto ve hete xwend û wiha got: “Ji ber fikrê rêber Ocalan ku hewl dide nirx û rêgezên mirovî bi rêya projeya neteweya demokratîk vejîne, hêzên hegemon û împeryalîst komploya navneteweyî li dijî wî pêk anîn û ew dîl girt.”

Her wiha di daxuyaniyê de helwesta şermîn a Komîseriya Mafên Mirovan a NY û CPT`ê hate şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ne tenê tecrîd bi dawî bibe lê belê divê Abdullah Ocalan serbest were berdan.

Di dawiyê de, sînefîzyonek têkildarî kurtejiyan û dîroka têkoşîna rêber Ocalan hate pêşandan.

Tê payîn ku çalakî heta sibe berdewam bike.

Back to top button