Li Qamişlo yekemîn Konferansa Ekolojiyê di roja xwe ya 2’emîn de dewam dike

Konferansa 1’mîn a Ekolojiyê îro di roja 2’emîn de dewam kir.
Di roja 2’an de, gelek mijarên girîng wek wêrankirina xwezayê û cografiya Kurdistanê, bikaranîna Tirkiyê ya xwezayê di şerê xwe yê li dijî gelên Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Duh Konferansa Ekolojiyê a 1’mîn bi beşdariya 120 kesî ji endam û nûnerên sazî, partî û meclisên Rêveberiya Xweser li li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo destpêkir.

Konfrasns îro di roja 2’an de dewam kir.

Îro di konferansê de mijarê weke li Kurdistanê têkiliyên di navbera qirkirina komî û qirkirina ekolojîk de, tevkariya di navbera rêxistin û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat.

Qirkirina Ekolojî li Kurdistanê rojeva konferansê bû

Bi rêya Zoomê, profesora beşa Demografî, Plankirin û Hawîrdorê ya Zanîngeha Concordia Dr. Bengi Akbulut semînerek li ser rewşa hawîrdorê li Bakurê Kurdistanê piştî desthilata AKP’ê da.

Bengî destnîşan kir ku Tirkiye siyaseta qirkirina xwezayê û komî li dijî demografiya Kurdistanê dimeşîne û bang kir divê gelên bindest li ser asta navneteweyî hevgirtî bin û çareseriyên alternatîfê petrolê, peyda bikin.

Profesor û pisporê kar û barên qanûna navneteweyî Mehmûd Patîl jî aloziyên civakî, hawîrdorê û mirovî li gel siyasetên pergala kapîtalîst, fikrê Rêber Apo ê pergala modernîteya demokratîk û şîrovekirina wî ya aboriya jîngehî nirxand û got:

“Di encama kiryar û tevgerên modernîteya kapîtalîst de hawîrdor wêran bû û hîna wêran dibe.

Lê belê modernîteya demokratîk hawîrdorê diparêze û koçberiyê radiwestîne, ji ber wê, alternatîfê modernîteya kapîtalîst e.

Rêber Abdullah Ocalan, sedemên aloziyan analîz dike û çareseriyan jê re dibîne.”

Dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê wêran dike û li dijî herêmê siyaseta avê dimeşîne 

Zanyarê hawrîdorê Ercan Ayboga jî di semînera xwe de; behsa Tirkiyê û bikaranîna xwezayê a wek amûerekî di şerê li dijî gelê Kurd de kir.

Ercan bal kişand ser siyasetên lêgerînê, kanên zêr û metalan ku bi madeyên kîmyawî yên jehrî di kanzaniyê de tên bikaranîn.

Dr.Marcin Skupiński jî di tevlîbûna xwe de behsa rewşa ekolojiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê kir û got:

“Pêwîstiya herêmê bi teknolojiya pêşketî heye.”

Skupiński îşaret bi êrişên dewleta Tirk û wêrankirina binesaziya herêmê kir ku avê wek çekekê li dijî gelên herêmê bi kar tîne û şerê wê bi planên mêtingeriyê ve girêdayî ne.

Herî dawî, beşa “Hevkarî di navbera rêxistin û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de” hat nîşqaşkirin.

Back to top button