Şêniyên gundewarê Serê Kaniyê ji ber binpêkirinên çeteyan xwepêşandan li dar xist

Li gundewarê Serê Kaniyê, şêniyên gundê Elok ji ber binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê xwepêşandanek li dar xist. Şêniyên gundewarê Reqayê yê bakur jî, li dijî kiryarên çeteyan û paşveçûna rewşa jiyanî serî hil dan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şêniyên gundê Elok li pêşiya avaniya qaşo polîsên çeteyan xwepêşandanek li dar xist.

Piraniya kesên beşdarî xwepêşandanê bûn jin bûn.

Îro danê sibehê çeteyekî Lîwa Mutesim li nexweşxaneyekê li hemşîreyekî da.

ji ber vê yekê şêniyan serî li hemberî kiryarên çeteyan hildan.

Xwepêşanderan rê li maşîneyekî leşkerî ya dagirkeriyê girt

Li gundewarê bakurê Reqayê jî xwepêşandan li dijî çeteyên dagirkeriya Tirk her diçe zêde dibin.

Li gorî çavdêriyê xwepêşanderan rê li pêşiya maşîneyeke leşkerî ya dagirkeriyê birî.

Beriya bi çend rojan jî, çavdêriya Sûrî ragihand ku li herêmên Girê Spî û Silûk ên dagirkirî, şêniyan ji ber bilindbûna nirxê nan û paşveçûna rewşa jiyanî serî hildan.

Bi dehan ji şênî li pêşiya qaşo meclisa bajêr a çeteyan kom bûn û xwepêşandan li dar xist.

Back to top button