Desteya Jîngehê yekem Kongreya xwe li dar dixe

Îro, Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn Kongreya xwe li bajarê Qamişloyê li dar dixe.
Li gorî berpirsên wê, dê Kongre du rojan bidome.

Li jêr dirûşmeya “Bi paradîgmaya Ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin” bi beşdariya 120, delege, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên sivîl kongre bi rê ve diçe.

Kongre dê balê bibe ser Ekolojî di modernîteya demokratîk de, avakirina çanda ekolojîk û têkoşîna di ber wê de.

Kongre vê kêliyê didome û dê sibe bi dawî bibe.

Hesen Koçer: Êrişa li ser xwezayê êrişa li ser civakê ye

Hesen Koçer got: “Êrişa li ser xwezayê êrişa li ser civakê û nirxên wê ye, pergala jîngehî ber bi talûkeyê ve diçe.

“Rêber Abdullah Ocalan jî girîngiyeke mezin da xwezayê, ji ber wê divê em vegerin wê û cewhera mirovahiyê. Û her tim jîngehê û xwezayê geş bikin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyonek têkildarî xwezaya Kurdistanê, çawa bi rêya êrişan û topbarana dewleta Tirk a dagirker hatiye wêrankirin, hate pêşandan.

Dûre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê ekolojiyê hatin xwendin.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm اسعدEsed jî bal kişand ser girîngiya parastina jîngehê û xwazeyê bi rêya xurtkirina rêgezên civaka xwezayî.

Back to top button