Îro, li Dêrik û Hesekê pêşhilbijartin tên lidarxistin.
Di encama wan de, dê namzetê PYD’ê yê Hesekê û namzeta Jin a Dêrikê bo hilbijartinên şaredariyan werin diyarkirin.
Li 3’ê navendên Hesekê, vê sibehê pêşhilbijartinên bo diyarkirina nazmetê PYD’ê dest pê kirin.
Vê gavê 6 bernamzet di pêşbirkê de ne û dengdayîn berdewam e.
Li Dêrikê pêşhilbijartinên destnîşankirina namzetên Jin destpêkir
Her wekî li Dêrikê jî pêşhilbijartinên bo namzeta Jin tên lidarxistin.
Ev sîstema pêşhbijartinan di çarçoveya rêkeftina Kongra Star û PYD’ê bi rê ve diçe.
Bi rêya wan dê namzetên wan bo hilbijartinên 30 gulanê tên diyarkirin.