Encamê pêş-hilbijartina Qamişlo û Hesekê diyar bûn

Encamê pêş-hilbijartinên ku Kongra Star û PYD’ê ji bo diyarkirina namzatên xwe lidar xistibûn yên Qamişlo û Hesekê eşkere bûn.

Encamê pêş-hilbijartinên ku Kongra Star û PYD’ê ji bo diyarkirina namzatên xwe lidar xistibûn eşkere bûn.

Hilbijartin li Hesekê, Qamişlo û Şehbayê hatibû lidarxistin.

Li Qamişlo ji bo diyarkirina namzetên jin yên Kongra Star Bêrîvan Omer û Hêvî Mihemed Ehmed bûne namzet.

Piştî jimartina dengan hate ragihandin Bêrîvan Omer bû namzetê Kongra Star ya bajarê Qamişlo.

Li bajarê Hesekê jî bi heman awayî pişt jimartina dengan encama hilbijartinê ku li bajarokên Sifeya, Til Bêder, Til Mejdel û Tiwêna eşkere bû.

Li gorî wê li bajarokê Sifeya, Rosîm Yehya Hisên bû namzet.

Li bajarokê Til Bêder, Emel El-Ehmd bû namzed.

Felek Ebdulrezaq jî bû namzetê bajarokê Til Mejdel.

Bi heman awayî li bajarokê Tiwêna jî Fayza Ehmed Heneş bû namzet.

Back to top button