Cemal Şerîk: Çîna karker divê li ber şer rabe

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk anî ziman yekdestiya li ser kedxwariyê hatiye avakirin, çavkaniya esasî ya şerê li Kurdistanê ye û destnîşan kir ku karker û kedkar divê li dijî şer têbikoşin.

1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran ya Cîhanî ye.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk li ser 1’ê Gulanê axivî.

Cemal Şerîk anî ziman ku karker û kedkarên li Tirkiye û Kurdistanê gelek caran nîşan dan ku 1’ê Gulanê ne cejneke ji rêzê ye, temsîliyeta têkoşîna serketinê ye û got:

“Di encama sekna kedkaran a bi biryar, rêxistinî û israra di têkoşînê de kirin ku hêzên mêtinger, serwer paşve gavê biavêjin.

Çîna karker divê li ber şer rabin û bibin parêzvan û rêveberên çalak ên têkoşîna azadkirina kedê.

Mebest ji vê yekê ew e ku dawî li yekdestî û mêtingeriya li sed kedê bê anîn.”

Cemal Şerîk: Polîtîka û nêzîkatiyên ku îro li pêşiya karkeran astengiya herî mezin e

Şerîk diyar kir ku polîtîka û nêzîkatiyên ku îro li pêşiya karkeran astengiya herî mezin e û wiha domand:

“Tenê nêzîkatiya mîna zêdekirina mûçeyan û berfirehkirina mafan nêzîkatiyên deng e, di çarçoveya sînorên sîstema talan û mêtingeriyê de ne, rewakirina sîstema talan û mêtingeriyê ye.

Bi her cûre rê û rêbazan, bi sivikkirina têkoşîna karker û kedkaran, tê xwestin ku karker, kedkar weke parçeyek ji sîstema mêtingeriyê bê nîşandan.

Têkoşîna azadkirina kedê divê li dijî sendîkakariya zer jî bê kirin ku hewl dide karkeran bike parçeyek ji sîstema mêtingerî û talanê.”

Cemal Şerîk: Divê 1’ê Gulanê ji her demê hîn bêhtir bi heybet bê pêşwazî kirin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk destnîşan kir Yekdestiya ku li Tirkiye û Kurdistanê li ser sîstema mêtingerî hatiye avakirin, çavkaniya bingehîn a şerê qirêj û qirker ê li Kurdistanê ye û got:

“Divê ev yekdestî teqez bê şikandin.

Ev yek jî bi tevlîbûna li nava têkoşîna li dijî şerê qirêj-taybet ê faşîst, mêtinger, qirker ê li Kurdistanê dibe.

Divê kevneşopiya 1’ê Gulanê bê parastin û kevneşopiya têkoşînê bê temsîlkirin.

Mêtingeriya Kurdistanê hem li qada navneteweyî hem jî li nava dewletan işaretê bi vê rastiyê dike.

Divê 1’ê Gulanê ji her demê hîn bêhtir bi heybet bê pêşwazî kirin.”

Back to top button