Rapora binpêkirinên mafa yên li girtîgehên dewleta Tirk hate weşandin

Rapora Sala 2022-2024’an ya Binpêkirinên Mafan ên li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker hate eşkere kirin.
Li gorî raporê ji ber polîtîkayên tecrîdê girtî bi gelek binpêkirinên mafa re rûbirû dimînin û hat gotin: “Tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn mînaka herî şênber a van binpêkirinane.”

Rapora Sala 2022-2024’an ya Binpêkirinên Mafan ên li girtîgehên dewleta Tirkiyê a qirker hate eşkere kirin.

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê rapor parvekirin.

“Li girtîgehan êşkence, mûemaleyên dermirovî û nebaş zêde bûne”

Di raporê de tê diyar kirin ku li girtîgehên Tirkiyê demekî dirêj e ji ber polîtîkayên tecrîdê girtî bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû dimîne.

Di vê çaorçeveyê de tecrîda li Îmraliyê weke mînaka herî şênber a van binpêkirinane hat destnîşankirin û wiha gotin

“Ji 25’ê adara 2021’an ve ji birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş agahî nayê girtin.Li dijî vê tecrîdê li 91 girtîgehan hezar û 997 girtî di nava çalakiyê de ne.Bi vê re zext, êşkence, mûemaleyên dermirovî û nebaş li dijî girtiyan jî zêde bûne.”

Bi domdarî hat gotin li girtîgehan mafê xwegihandina tenduristiyê ya girtiyên nexweş tê astengkirin û îşaret bi encamên vê yekê hat kirin.

“Rêveberên girtiyan cezayên kêyfî li girtîgehan dibire”

Her wiha di raporê de hate eşkere kirin ku mafê girtiyan ji aliyê rêveberiyên girtîgehê û Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve bi awayekî keyfî tên astengkirin û dawiyê ev agahî hat parve kirin:

“Bi pêvajoyên keyfî yên îdarî re daxwazên berdana bişert gelek caran tên redkirin. Têgeha ‘di rewşeke baş de ye’ ku rast e rast bandorê li azadiya kes û mafê wî yê ewlehiyê dike ji biryarên keyfî yên rayedarên girtîgehê re hatiye hiştin. Em diyar dikin ku em ê binpêkirinên li girtîgehan bişopînin û ji bo dawî li binpêkirinên mafan were em bang li her kesî dikin ku berpirsyar bin.”

Back to top button