Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî li bajarê Cerablusê ji ber ku baç neda û serî ji şantajên wan re netewand qetil kir.
Li gorî çavkaniyên xwecih, ciwanê bi navê Îbrahîm Hesûney ê ji bajarê Cerablusê yê dagirkirî, li nexweşxaneya giştî ya Cerablusê jiyana xwe ji dest daye.
Çavkaniyan bi bîr xist ku Hesûne ji êla El Bû Şaban e û xwediyê kargeha keviran e, qebûl nekir baç bide û serî ji şantajên serçeteyekî Firqeya Nehan ê bi navê Ebû Hîlal netewand.
Ji ber wê Ebû Hîlal gelek caran gefa kuştinê lê dixwe û herî dawî jî wî dikuje.
Li herêmên dagirkirî tevliheviya ewlehiyê berdewam e.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sûc l idijî şêniyên wan herêman dikin.
Niştecihan direvînin, qetil dikin, baç li wan ferz dikin û mal û milkên wan desteser dikin.