HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Garê şehîd bûne eşkere kir û got: “Hevrêyên me Ararat û Zîn ji bo azadiya gelê me bi awayekî fedaî şer kirin, bûn mînakên berbiçav ên milîtaniya jinê ya Apoyî.”
HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê yên welatparêz re sersaxî xwest.
Navenda Ragihandin Û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:
“Hevrêyên me Ararat Herekol û Zîn Zagros di 1’ê Nîsana 2024’an de li herêma Garê şehîd bûn.”
Di daxuyaniyê de li ser kesayeta şehîdan ev tişt hatin gotin:
“Hevrêyên me Ararat û Zîn ji navendên girîng ên berxwedanê yên Kurdistanê Wan û Kobanê tevlî nava refên gerîla bûn.
Ji bo azadiya gelê me bi awayekî fedaî şer kirin, bûn mînakên berbiçav ên milîtaniya jinê, ya Apoyî.
Hevrêyên me Ararat û Zîn ku li gelek qadan têkoşiyan li her devera ku lê bûn, di parastina xeta azadiya jinê de bi ser ketin û mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê dan.”
HPG’ê diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîd Ararat û Zîn heta serketinê bibin bikin û got:
HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan, tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest û got:
“Weke hevrêyên wan em careke din soza xwe dubare dikin em ê têkoşîna ku hevrêyên me Ararat û Zîn dewrî me kirine bi serketinê tacîdar bikin.”
Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya gêrîlayên şehîd wiha ye.
Nasnav: Ararat Herekol
Nav û paşnav: Sîbel Denîz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik: Necîbe
Navê bav:- Nûrettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Nîsana 2024’an/ Garê
Nasnav: Zîn Zagros
Nav û paşnav: Gulê Hiso
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dayik: Ceyle
Navê bav:- Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Nîsana 2024’an/ Garê