Partiya Sûriya Pêşeroj û Kombûna Jinan a Zenûbiya tifaqiya xwe ragihandin

Hilbijartinên Şaredariyan ên giştî dê 30 Gulanê bêne lidarxistin.
Amadekariyên ji bo van hilbijartinan ev demeke destpê kirin.
Gelek sazî û rêxistin beşdariya xwe ya li nava hilbijartina ragihandine, her wiha namzatên xwe jî diyar kirine.
Îro jî Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya tifaqa xwe ya beşdariya li hilbijartinan ragihandin.

Li seranserî herêmê ji bo hilbijartinên şaredariyan amadekarî têne kirin.

Di vê çarçoveyê Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê tifaqa xwe ya hevbeş a di hilbijartinan de ragihandin.

Daxyanî ji aliyê Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Xod El Îsa û Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş hat dayîn.

Destpêkê Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş axivî û wiha got:

“Em wekî Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya dê bi hev re û bi namzatên hevbeş tev li hilbijartinên şaredariyan ên li herêmê bibin.

Ji bo nîşankirina namzatên xwe jî em ê pêş hilbijartinan lidar bixin û navê namzatên ku di hilbijartinan de biserketine, pêşkêşî Komsiriya Bilind a Hilbijartinan bikin.

Her wiha em ji bo tifaqa bi rêxistin û partiyan din re jî amade ne da ku vê tifaqa xwe firehtir bikin.”

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa jî bal kişand ser rola jinê di hilbijartinan de û ev tişt anî ziman:

“Beşdariya jinê li nava van hilbijartinan misogeriya serkeftina wê di her warî de ye.

Yekem care ku li herêmê hilbijartinên bi vî awayî têne lidarxistin, helbet roleke girîng ya jinê dê di van hilbijartinan de hebe.

Aramca tevlîbûna me wekî jin jî ew e ku rengê jinê û hevserokatiyê bê diyar kirin û li ser bingeha demokratîbûnê hilbijartin pêk bên.”

Back to top button