Li Almanyayê li ser DAIŞ’ê ya Xorasanê dozname hat amadekirin

Dozgeriya federal a Almanyayê derbarê 7 kesên ku li Almanyayê li ser navê çeteyên DAIŞ’ê yên Xorasanê plana êrîşa terorê dikirin, îdianame hat amadekirin.

Serdozgeriya Komarê da xuyakirin, ku van kesan xwestine li Rojavayê Ewropayê û di serî de Almanya êrîşên giran li dar bixin, lê dema ku hatine girtin, hîna planeke wan a zelal nebûye.

Hat diyarkirin ku gumanbarên di Tîrmeha borî de hatin girtin, bi rêxistina DAIŞ’ê ya Xorasanê re di têkiliyê de ne.

Serdozgeriya Komarê diyar kir ku gumanbarên ku piştî şerê li Ukraynayê ku di Sibata 2022’yan de dest pê kiribû, bi rêya vî welatî xwe gihandine Almanyayê, bi endamekî ji Hollandayê re şaneyeke terorîst ava kirin.

Serdozgeriya Komarê îdia dike ku ev gumanbarên ku bi rêkûpêk dicivin, hedefên muhtemel ên li Almanyayê dişopînin û ji bo êrîşan çek û fînansmanan peyda dikin.

DAIŞ’ê ya Xorasanê berpirsyariya êrîşa konserê ya meha borî li Rûsyayê girtibû ser xwe, ku di encamê de herî kêm 137 kes hatibûn kuştin.

Back to top button