Husî: Me 3 operasyonên leşkerî pêk anîn

Hûsiyan ragihandin ku şeva borî (çarşemê) 3 operasyonên leşkerî li Kendava Adenê û Okyanûsa Hindê pêk anîne û keştiyeke Amerîkî û Îsraîlê kirine armanc.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Sarî ragihand ku Hûsiyên girêdayî hêzên çekdar ên Yemenê bi jimareke guncaw a mûşekên deryayî operasyoneke leşkerî pêk anîne û li keştiya Amerîkayê ya bi navê Maersk Yorktown li Kendava Adenê xistine.

Serî diyar kir ku hêzên hewayî du operasyonên leşkerî pêk anîne, yek ji wan keştiya Amerîkî bi hejmareke mezin ji balafirên bê mirov li Kendava Adenê kiriye armanc.

Operasyona din li Okyanûsa Hindê jî keştiya Îsraîlê ya bi navê “MSC Veracruz” bi hejmareke mezin ji balafirên bê mirov kiriye armanc.

Serî diyar kir ku her du operasyon jî bi awayekî serkeftî gihiştine armancên xwe.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bi Husiyan re hevdîtin pêk anî

Back to top button