Li çiyayê Qereçox Pêkhateyên kantona Cizîrê ji bo bîranîna 20 şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker merasîmeke biheybet li dar xist.
Di merasîmê de endama Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cewahir Osman tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got:
Dijminê hov hewl dide vîna gelê me û destkeftiyên bi saya ramanên Rêber Apo û xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.
Jinên pêşeng yên ku şoreşa azadiyê birêve dibin jî her dem di hedefa dijmin de ne.
Lê têkoşîn û berxwedana gelê me ji êrişên dewleta Tirk a dagirker mezintirin.
Piştre Berdevka YPJ`ê Roksan Mihemed jî axivî û ev tişt anî ziman:
Îro salvegera 7`an a şehîdên Qereçoxê ye. Her şehîdek, dîroka têkoşînê nîşan dide.
Ew şehîd ji bo gelan û avakirina neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş, tê koşiyan û canê xwe feda kir.
Piştî axaftin û peyaman, merasîm bi berzkirina sitranên şoreşgerî û tilîliyên dayikan bi dawî bû.