Li Swêdê êrîşa naziyan

Li başûrê paytexta Swêd Stockholmê, kesên rûyê wan bi maske bi bombeyên mijê avêtin ser şanoya ku civîneke li dijî rastgiriya tund dihate lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya ku di malpera înternetê ya polîsan de hate weşandin, ji ber êrîşê 3 kes bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Li banliyoya Gûbbangen a li başûrê Stockholmê bi pêşengiya Partiya Çep û Partiya Kesk ve konferansek ‘antî faşîst’ hate lidarxistin û nêzî 50 kes tevlî bûn.

Li gorî komeleya Expo ku ji bo pêşkêşiyê bike hate vexwendin, beriya konferans destpê bike, ‘komek ji Naziyan’ bombeyên mijê avêtin salonê.

Serokwezîr Ûlf Krîstersson anî ziman ku wî têkilî bi Seroka Partiya Çep Nooshî Dadgostar re daniye û piştgiriya xwe jê re ragihandiye.

Li gorî heman çavkaniyê lîderên hemû partiyên siyasî yên li Swêdê bûyer weke “êrîşek li ser demokrasiyê” pênase kirine û piştgirî dane Partiya Çep.

Nooshî Dadgoster ji SVT re axivî û got:

“Hin kesên mîna Naziyan êrîş birin ser çalakiyeke ku wekheviyê diparêze” û diyar kir ku ev yek cihê xemgîniyê ye.

Back to top button