Li ser riya di navbera Efrîn û Raco de sivîlekî 52 salî hat birîndarkirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagireker li ser riya Efrîn û Raco sivîlekî 52 salî birîndar kir, li bajarê Rîhaniyê yê Tirkiyê jî îstixbarata Tirkî jineke 28 salî revand. 

Malpera Afrinpost ragihand ku çeteyan êrîşî şêniyê bi navê Ehmed Reşîd Dewwd ê 52 salî yê ji gandê Avrazê kir û di lingê wî de hat birîndarkirin.

Çeteyan li ser riya Efrîn – Raco hewl dan ku wî bi tewanên ne rast birevînin, lê ji ber Ehmed bertek nîşna da çeteyan gule lê reşand û di lingê wî de birîndar kirin.

Malperê diyar kir ku piştî hat birîndarkirin, çeteyan Ehemd bi giranî êşkence kir û li tenişta rê hiştin.

Li bajarê Rîhaniyê MÎT’a Tirkî jineke Efrînî revand

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûrî diyar kir ku Îstixbarata dewleta Tirk li navçeya Reyhanê ya Tirkiyê jina bi navê Nûra Qaziqlî ya ji gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê revandin.

Beriya mehekê, dema Nûra xwest biçe li ba hevjînê xwe, Îstixbarata Tirkî ew revand.

Li gorî Rêxistinê, piştî malbatê wê bertîl dan, zanîn ku keça wan a 28 salî di girtîgeheke bajarê Hatayê de ye.

Back to top button