Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ku dê 30’ê Gulanê li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyê bê pêkanîn de, Qanûna Dabeşkirina Îdarî tê amadekirin.
Hevserokê Desteya Hiqûq û Edaletê Meşleb El Tirkan derbarê amadekirina qanûnê de axivî.
Meşleb El Tirkan bibîr xist ku beriya niha Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, Qanûna Şaredarî û Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk û Qanûna Hilbijartinên Şaredariyan hatiye derxistin û got:
“Niha jî amadekariyên Qanûna Dabeşkirina Îdarî tê kirin.
Qanûn wê di demeke kurt de bê temamkirin û pêşkêşî Meclîsa Gelan a Demokratîk bê kirin.
Li gorî qanûna ku dê derkeve wê sînorên îdarî, hejmara şaredariyan û hejmara şêniyan her jiyangehekê bê diyarkirin.”
El Tirkan destnîşan kir ku Desteya Hiqûq û Edaletê serî li Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kiriye ku ji tevahiya kantonan hejmara şêniyan bên diyarkirin.