Paûl Karavanagh: Abdullah Ocalan hêvî ye

Şêwirmendê Otorîteya Perwerdeyê ya Bakurê Îrlandayê Paûl Karavanahg derbarê tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan axivî û got:
“Fikrê Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de nehatiye girtin.
Bi nivîs û teoriya xwe lîderiyê dike û ji me re dibe hêvî.”

25 salin Rêber Apo bi rengekî fîzîkî di bin tecrîdeke giran de ye.

Derbarê mijarê de şêwirmendê Otorîteya Perwerdeyê ya Bakurê Îrlandayê Paûl Karavanahg axivî.

Paûl Karavanagh anî ziman ku Rêber Apo di girtîgehê de bermeyeke siyasî dimeşîne û got:

“Fikrê Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de ne girtiye.

Girtîgeh di mejiyê mirovan de ye.

Abdullah Ocalan li di girtîgehê de bernameyeke siyasî bi şênberî nîşan dide.

Bernameyeke ku mirovahiyê dipijirîne.”

Paûl Karavanagh: Dagirkerî ji fikirên Rêber Abdulla Ocalal ditirsin

Paûl Karavanagh diya kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan di hilbijartinên dawî de gelekî kêm kir, hewldana li Wanê jî li bin guhê berxwedana gel ket û got:

“Dibe ku weke serketineke biçûk bê dîtin, lê belê her serketineke biçûk gavek ber bi têkçûna Erdogan e.

Tişta ku dagirkerî jê ditirser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ne.”

Paûl Karavanagh: Rêber Abdulla Ocalan pêşengê nifşan ne

Paûl Karavanagh anî ziman ku Abdullah Ocalan Rêberekî neteweyî ye, xwedî tecrûbeyeke hevdîtinên aştiyê ye û ev tişt anî ziman:

“Rêber Abdullah Ocalan li ser armanc û bingehekê têkoşiya.

Yên ku dane ser şopa wî jî baş vî tiştî dizanin.

Rêber Abdullah Ocalan pêşengê nifşa ne û heta azad bibe wê pêşengiyê ji nifşan re bike.”

Back to top button