Koçberên Serê Kaniyê: Divê NY ji bêdengiya xwe derkeve

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê biryara Komeleya Giştî ya NY’ê ya avakirina “komîteyeke serbixwe” ji bo eşkerekirina windahiyan li Sûriyê, erênî nirxand.

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêncşema borî biryar da ku ji bo eşkerekirina çarenûsa bi hezaran windahiyan li Sûriyê, dê “komîteyeke serbixwe” ava bike.

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê bi daxuyaniyekê ev biryara Komeleyê erênî nirxand.

Di daxuyaniyê de, komîteyê got:

“Em biryara NY’ê a ku pir dereng ma, erênî dinirxînin.

Ji ber dagirkeriya Tirk, bi sedan sivîl li herêmên Serêkanî, Efrîn û Girê Spî wunda bûne.

Divê Komeleya Giştî ya NY ji bêdengiya xwe ya ku bi qasî salên aloziyê dirêj kir, derkeve û bi cidî û bêalî fişarê li dewleta Tirk bike, da çarenûsa wundayan eşkere bike.”

Komîteya Koçberên Serê Kaniyêdawiyê, bang li Komeleya Giştî ya NY kir ku biryara vekişandina dewleta Tirk û çeteyên xwe ji xaka Sûriyê bide.

NY ji bo zelalkirina çarenûsa windahiyên li Sûrî saziyek ava kir

Back to top button