Polîsên rejîma Tirkiyê avêtin ser avahiya DEM Partî a Êlihê

Polîsên rejîma faşît a Tirkiyê bi ser avahiya Rêxistina DEM Partî ya Êlihê de girtin.
Polîsan wêneyên jinên hatine kuştin, avêtin erdê.

Polîsan danê êvarî avêtin ser avahiya Rêxistina Bajêr a Êlihê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî).

Polîs bi hinceta “îxbarê” bêyî ku biryara lêgerînê nîşan bidin ketin avahiya partiyê.

Piştî lêgerîna nêzî 3 saetan polîsan avahî belawela kirin û dest danîn ser hin eşyayên li avahiyê.

Polîsan li hemû odeyên partiyê geriyan û wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz û jinên din ên hatin qetilkirin tomar kirin û ew avêtin erdê.

Polîsan wêneyên kesên di rêya demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane jî tomar kirin û hin ji wan hildan û avêtin erdê.

Êlihiyên li ber deriyê navendê kombûyîn, dema polîs derketin jî bi dirûşmeyan ew şermezar kirin.

Back to top button