Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ji bo parastina mewsima çandiniyê ya 2024ˊan komîteya awarte ava kir.
Di komîteyê de gelek deste û nivîsên girêdayî mewsima çandiniyê hene.
Desteya Çandiniyê, Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê, Desteya Rêveberiyên Herêmî tevî Nivîsgeha Veguhastinê, Desteyta Hundirîn tevî fermandariya Asayîşê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn), Desteya Tendirustiyê , Nivîsgeha Xweparastinê, Nivîsgeha Enerjiyê, Desteya Ciwanan, Yekitiya Cotkaran , Yekitiya Karkeran, Yekitiya Veguhestinê û Hêzên Parastina Civakê (HPC), Gerînendetiya Sotemeniyê û Nivîsgeha Ragihandinê.
Piştî nîqaşên berfireh li ser amadebûna deste, nivîsgeh û aliyên peywendîdar û şaştiyên demsalên borî dernekevin, ev encamên hatin diyarkirin:
Avakirina komîteyên parastinê û birêxistinkirina dewreyên wan li bajar, tax û gundan bi beşdariya cotkaran.
Destnîşankirin û amadekirina hemû kel û pelên girêdayî navendên kirîn û wergirtinê ji bo nehiştina derengmayîna wergirtinê.
Tîmên agirkujî û erebeyên agirkujiyê werin amadekirin û li tevahî erdnîgariya kantona Cizîrê werin belavkirin.
Her wiha bîrên avê û sehrîcên avê ji sazî û welatiyan re werin amadekirn.
Komîte di nava gund û komînan de ji bo parastin û hemahengiya li gel hêzên asayîşê werin birêxistinkirin.
Ji bo rewşên awarte jimareyên taybet bên amadekirin.
Der bare metirsiyên şewatê û alavên parastinê de welatî bi rêya hemû dezgehên ragihandinê werin hişyarkirin.
Di dawiya civînê de hat gotin divê kar û barên cotkaran werin hêsankirin û pêdiviyên wan werin peydakirin.