Meclisa Jinan a Sûriyeyê civînek ji partiyên siyasî re li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyê ji partiyên siyasî yên li Qamişloyê re civînek li dar xist.
Di civînê de rewşa siyasî ya li herêmê û Sûriyê hat nîqaşkirin.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Qamişloyê bi partiyên siyasî re civînek li dar xist û di civînê de encamên serdanên meclisê, rewşa siyasî ya li Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de nêzî 20 partiyan beşdar bûn.

Hevseroka Daîreya Têkiliyan Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed civîn bi rê ve bir.

Di civînê de gelek bendên rewşa siyasî ya li herêmê, gefên li ser herêmê, rola partiyên siyasî di yekkirina Sûriyeyiyan da çareyeke adil û giştî ji bo krîza Sûriyeyê bê pêkanîn hatin nîqaşkirin.

Her wiha di civînê de hat diyarkirin wê kongreya 1. a Meclisa Jinan a Sûriyeyê di dawiya vê mehê de tê lidarxistin.

Armanca lidarxistina kongreyê jî bibe sîwana tevahî jinên Sûriyê.

Di dawiya civînê de li ser forma xebatê ku Meclisa Jinan a Sûriyê bi partiyên siyasî re dicivîne hat nîqaşkirin.

Back to top button