Amerîka: Tirkiye berpirsê têkçûna rewşa mafên mirovan ya li herêmê ye

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê bi raporekî rewşa mafê mirovan û azadiya raman û rojnamevaniyê ya li Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi tundî rexne kir.
Wezaretê ragihand ku li van her du herêman rewşa mafên bingehîn û medenî têkçûye û got: Êrişên leşkerî yên Tirkiyê bûne sedema têkçûna rewşa mafê mirovan û berpirsê wê ye.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di derbarê rewşa mafê mirovan û azadiya raman û rojnamevaniyê ya li Herêma başûrê Kurdistanê û Iraqê de rapora salane ya xwe belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gorî salên borî binpêkirina mafê mirovan ya beramberî xelkê Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê zêde bûye.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê rexneyên tund li rewşa mafê mirovan, azadiya rojnamevaniyê û ramanê dike û wiha dibêje:

“Li Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê rewşa mafên bingehîn û medenî têkçûye.

Êrişên leşkerî yên Tirkiyê bûne sedema xirabbûna rewşa mafê mirovan li herêmê.”

Hate destnîşan kirin ev rewşa li herêmên navborî di nava sala borî de ji ber sînordarkirina azadiyên bingehîn xirab bûye ku beşek ji van di encama êrişên DAIŞ’ê û artêşa Tirkiyê de ye.

Bi domdarî Wezaretê di rapora xwe de, dazanîn ji ber van sedeman niha jiyana rojnamevanan di metirsiyê de ye.

Di raporê de îşaret bi rêjeya tejîbûna zindanan jî hate kirin û wiha hate gotin:

“Zîndan û dezgehên çaksaziyê di rewşeke xirab dene û rêjeya qerebalixiya zîndanan gihiştiye ji sedan 157.

Girtiyên ciwan li gel mezinan tên bicihkirin.”

Back to top button