Li Nîjeryayê 118 girtî li girtîgehê reviyan

Li Nijeryayê ji ber barana zêde dîwarên girtîgehekî û hîn avahiyên li derdora wê xisar dîtin.
Piştî vê yekê 118 girtî li girtîgehê reviyan.

Erkdarên girtîgehê li pey girtiyan ketin û heya niha tenê karîbûn 10 girtî bigirin.

Rayedarekî Nijerî hişyarî da xelkê heremê û got:

“Divê xelkê heremê li hemberî girtiyan baldar bin, heger kesekî gumanbar dîtin agahî bidin cihê têkîldar.”

Rayedaran derbarê nasnameya girtiyan de agahî nedan. Lê belê dema borî endamên koma Boko Haram di vê girtîgehê de dihatin ragirtin.

Reva ji girtîgehê bûye pirsgirêkek ewlehiyê ya sereke li Nîjeryayê, ku li wir qerebalix, kêmderfetî û tedbîrên ewlehiyê yên sist ji bo revê şert û mercên guncan diafirîne.

Di salên dawî de bi hezaran girtî ji ber binesaziya nebaş û êrîşên mîlîtanan reviyane.

Di Tîrmeha sala 2022’yan de, nêzîkî 440 girtî di êrîşeke DAIŞ’ê de li ser girtîgeheke ewlekarî ya bilind li paytext Abuca hatibûn revandin.

Back to top button