CPT’yê Rapora xwe ya salane eşkere kir

CPT’yê îro rapora xwe ya salane eşkere kir.
Sekreterê Rêveber ê CPT’yê Hûgh Chetwynd anî ziman ku bala wan li ser tecrîda li Îmraliyê ye, ew ji nêz ve dişopînin.
Ev gortinên Rêveberên CPT’yê di demekî de ye ku tecrîda mutleq kete meha 38’an û CPT’yê rapora xwe ya têkildarî serdana li Îmraliyê eşkere nekiriye.
Piştî evqas gotinên bi guman, pirsa gelo CPT çi ji gelê Kurd vedişêre? dikeve serê mirovan:

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rapora xwe ya salane li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê eşkere kir.

Nûçegihanê Stêrk TV bo CPT: Çima hûn rewşa Rêber Apo zelal nakin?

Di civîna çapemeniyê de nûçegihanê Stêrk TV rewşa Îmraliyê û rewşa Rêber Apo pirsî.

Lê li ser vê yekê Sekreterê Giştî yê CPT Hûgh Chetwynd bersiveke şênber neda.

Hûgh Chetwynd: Em bi rayedarên Tirkiyê re di nava diyalogê de ne

Hûgh Chetwynd bêy ku qala serdanê xwe yê berê bike gotin avêt ser rayedarên Tirkiyê û got:

“Her gava ku em serdana Tirkiyê dikin, li ser van pirsgirêkan em bi rayedarên Tirk re dikevin nava diyalogê.”

Ji ber bêhelwestiya CPT’yê tecrîda mutleq kete meha 38’an

Herçiqasî CPT rayedarên dewleta Tirk a faşîst weke berpirsyar nîşan bide jî lê erka serke ya ku reşa Rêber Apo zelal bike li ser milê CPT’yê ye.

Ji ber bêhelwestiya CPT’yê tecrîda mutleq kete meha 38’an.

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan bi rêya telefonê pêre axivîbû.

Lê ew peywendî jî di nîvî de hatibû qutkirin.

Piştî wê jî heta niha tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Lê tevî vê jî CPT’yê heta niha ne rewşa îmraliyê ne jî rapora xwe ya têkildarî serdana li Îmraliyê ya sala 2022’an eşkere nekiriye.

CPT: Tecrîda li Îmraliyê mijareke ku bala me li ser e

Li ser pirsa çima rewşa Rêber Apo nayê zelalkirin? Chetwynd got:

“Yê biryarê bide bê rapor kengî bê weşandin, rayedarên Tirkiyê ye.

Hefteya derbasbûyî komîteya me bi parêzerên Birêz Ocalan re hevdîtin kir.

Mijareke ku bala me li ser e.

Dema me guncaw dît, serdana me ya têkildarî vê pirsgirêkê wê pêk were.”

Gotinên Rêveberên CPT’yê fikarên li ser rewşa Rêber Apo zêdetir kir

Lê van gotinên rêveberên CPT’yê fikarên gelê Kurd û dostên gelê Kurd yê li ser rewşa Rêber Apo zêdetir kir

Ji ber ku Sibata 2024’an jî CPT çû Tirkiyê, lê serdana Îmraliyê nekiribû.

Paûl Karavanagh: Abdullah Ocalan hêvî ye

Back to top button