Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan li Mexmûrê bi girseyî hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 8. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku dûh destpêkiribû, îro bi şahiyekî girseyî hat pîrozkirin.

Mihrîcana ku dûh bi bivekirina pêşangeha wêneyan û pêşandana xwarinên gelêrî hatibû destpêkirin, îro bi şahiyekî girseyî hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de koma Şehîd Mardîn Penaber a govendê û Şanoya ku ji aliyê Kevana Zêrîn hatî amadekirin hatin pêşandan.

Piştî wê xelat li kesên ku di tornovaya voleybolê ya Şehîd Ebûzêd Dêrhinî de bi ser ketin hatin belavkirin.

Her wiha Hunermed Sosin û koma Şehîd Helbest Koçerîn a dayîkên wargehê ya govendê derket ser dîkê û hunerên xwe dan pêşandan.

Şahî bi xelekên govendê bidawî bû.

Back to top button