MLKP: Şervanên me Ahmet Şoreş û Firat Neval şehîd bûn

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst ragihand ku şervanên wan Ahmed û Firat di êrişên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûne.

Daxuyaniya MLKP wiha ye:

“Hevrê Ahmet Şoreş bi nasnav Zekî Gurbuz ku yek ji pêşeng û fermandarên damezrîner ên têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê û xeta welatparêziya sosyalîst e ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Hevrê Ahmet bi hemû hucreyên xwe ve dîrok, pêşeroj û damarên şoreşa Rojava û Kurdistanê ya komunîst e.

Di heman demê de yek ji fermandarên pêşeng ên gerîlayên serdema nû hevrê Firat Neval bi nasnav Ozgûr Namoğlu jî şehîd bû.

Hevrê Firat Neval fermandarekî ciwan e ku bi feraseta xwe ya îdeolojîk, taktîk û alavên teknîkî di têkoşîna gerîla de roleke girîng dilîzt.

Em soz didin ku em ê tola heval Ahmet û Firat ji dagirkeran bipirsin.”

Back to top button