Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajaroka Çiwarqurne li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û bikaranîn çekên kîmyawî kon vedan û piştgirî dan berxwedana gerîla.
Li Baxê Giştî yê bajaroka Çiwarurne ya ser bi îdareya Raperînê Ciwanan konê pişgirê vedan.
Endamê Ciwanên Welatparêz Şahîd Sengawî têkildarî çalakiyê axivî û got:
“Armanca me ya vê çalakiyê hişyarkirina xelkê ye û bertekên li dijî tecrîda li ser Rêbertiyê û bikaranîna çekên kîmyawî ye.
Ji derveyî pirtûkên Rêber Apo, gelek pirtûkên din pêşan didîn.
Gelek belevok û belgeyên çekên kîmyawî yên dewleta Tirk bikar tîne cih digirin.”