Li Efrîna dagirkirî, careke din di navbera 2 komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de şer derket, gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.
Hat ragihandin, li navenda Efrînê ya dagirkirî di navbera komên çete yên bi navê Mutesim Billah û Firqeya 9’an ên girêdayî dagirkeriya Tirk şerekî dijwar rû da.
Hat diyarkirin ku di encama pevçûnan de herî kêm 2 çete hatin kuştin û zêdetirî 10 çete jî birîndar bûne.
Hat ragihandin çeteyên Mutesim Billah hemû baregehên çeteyên Firqeya 9’an ên li navenda Efrînê kontrol kirine û gelek ji wan dîl girtine.